Edaleta Jinê: Di qedexeya derketina derve de 126 jin rastî tundiyê hatine

Meclisa Edaletê ya Jinê a Bakur û Rojhilatê Sûrî encamên tundiya li dijî jinan di dema qedexeya derketina derve de, eşkere kir.

Li gorî Meclisa Edaletê 16 jinan dawî li jiyana xwe anîne, 126 jin rastî lêdanê hatin û zerar gihîştiye wan û 14 sûcên kuştinê jî pêkhatine.

Meclisa Edaleta Jinê anî ziman ku ji bo pirsgirêka van buyeran ew hevkariyê bi hemû sazî û aliyê peywendîdar re dikin.

Meclisa Edaletê ya Jinê a bakur û rojhilatê Sûrî bi daxuyanyekê encamên tundiya li dijî jinê di dema qedexeya derketina derve de, eşkere kir.

Daxuyanî li Meclisa Edaleta Civakî ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên meclisê hat dayîn.

Meclisa Edaletê diyar kir ku di dema qedexeya derketina derve de rêjeya tundiya li ser jinê zêde bûye û got,

“Tundiya malbatî ji aliyê derûnî û bedenî bandoreke neyînî li ser jinê dike.
Jin bi nexweşiyên derûnî dikevin û hêviyên wan ji jiyanê namînin. Lewma jî tên wê astê ku dawî li jiyana xwe bînin.”

Li gorî Meclisa Edaleta Jinê encamên tundiya li dijî jinab di dema qedexeya derketina derve de wiha ne,

16 jinan dawî li jiyana xwe anîn

126 jin rastî lêdanê hatin û ziyan gihîştiye wan

150 rewşên nelihevkirin di navbera jin û mêr de çêbûn

Û 14 sûcên kuştinê pêkhatin

Meclisa Edaletê ya Jinê anî ziman ku ew hevkariyê bi hemû sazî û aliyê peywendîdar re dikin da ku van pirsgirêkan çareser bikin.

Asayîşa Jin Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi daxuyaniyekê encamên tundiya li ser jinan ya mehên Adar, Nîsan û Gulanê eşkere kir.

Li gorî wê:

369 jin rastî lêdanê hatine û ziyan li wan bûye

17 jin hatine kuştin

8 jinan dawî li jiyana xwe anîn

14 jinan jî hewl dan dawî li jiyana xwe bînin

132 bûyer di navbera jin û mêr de pêkhatine.

Back to top button