Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên 21’ê Sibatê

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi boneya roja Zimanê Dayikê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de hat xwestin ku statûya zimanê kurdî bê qebûlkirin û kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.

Li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi xwepêşandan hate pêşwazîkirin.

Di xwepêşandan de bi daxuyaniyek hevpar hat xwestin kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.

“Bila Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê”

Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê li pêşiya avahiya xwe ya li navçeya Halîliyeyê daxuyanî da û bertek nîşanî polîtîkayên zext û tunehesibandinê yên li ser zimanê kurdî da.

Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Li Êlihê jî bi pêşengtiya ARÎ-DER’ê meşeke girseyî hat lidarxistin.

Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li meşê bûn.

Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Êlihê kom bû, li vir kortej çêkirin û dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de bang li her kesî kir hate kirin ku di her qada jiyanê de ji bo zimanê kurdî berpirsyartiyê li xwe bigirin.

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê BOTAN-DER a Sêrtî jî bi vê boneyê li hev kom bûn.

Li vir jî hate diyar kirin “Dem dema zimanê kurdî ye û Zimanê me rûmeta me ye.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê û navçeya Geverî jî bi tevlîbûna gelek kesan daxuyanî dan gotin:

“Divê her kes li her derê bi zimanê kurdî bijî.

Li Mêrdînê jî bi boneya rojê bang li her kesî hate kirin ku xwedî li kurdî derkevin.

li navçeya Cizîr a Şirnexê jî Jin bi kincên xwe yên kurdî tev li daxuyaniya ji bo girîngiya rojê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Yên kurdî nas nekin kurd jî wan nas nakin.

Heta qedexeya li ser zimanê kurdî bi dawî dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî daxuyanî û axaftinan, çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Her wiha li bajarên Tirkiyê, Stenbol û Enqereyî jî sazî û rêxistinan bi daxuyaniyan daxwaza rakirina astengiyên li ber perwerdeya bi zimanê dayikê kirin.

Roja Zimanê Dayikê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîroz kirin

Back to top button