Roja Zimanê Dayikê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîroz kirin

Bi hezaran mamoste û xwendekar li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roja Zimanê Dayikê bi çalakiyên cihêreng pîroz kirin.

Li bajarê Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Zanîngeha Rojava û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) panelek bi xalên “Xwebişaftin” û “Siyaset û plana zimanî” orgenîze kirin.

Di panela têkildarî zimanê dayikê de nîqaşên li ser parastina ziman û dûrketina ji pişaftinê hatin kirin.

Li Amûdê jî bi sedan xwendekar, mamoste, endamên saziyên sivîl tev li meşa ku Rêveberiya Dibistanan organîzer kirîn bûn.

Rêveberiya Dibistanan bi daxuyaniyekê ev roj pîroz kir û mamosteyên di oxira parastina zimanê xwe de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li aliyeke din desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Hesekê şahiyek li dibistana Felek Hewas ya bajêr li dar xist.

Di şahiyê de mamoste, xwendekar bi cil û bergên kurdî hazir bûn.

Di Şahiyê de kesên axivîn diyar kirin ku çirûska Şoreşa Rojava, destpêka vejandina zimanê kurdî bû û bi saya şehîdan û şervanan, em fêrî zimanê xwe bûn.

Fêrbûna bi zimanê kurdî, destkeftiyeke şoreşê ye.”

Rêveberiya Dibistanan a navçeya Dirbêsiyê 2 şahî li dibistana şehîd Roza Cûdî û Perwer Zîlan li dar xist.

Bi sedan xwendekar, mamoste û endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê tev li şahiyan bûn.

Li navçeya Tirbespiyê Rêveberiya Dibistanan û Saziya Zimanê Kurdî şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de xwendekar, mamoste, endamên saziyên sivîl û şênî hazir bûn.

Li navçeya Til Hemîsê jî Navenda Perwerdeyê şahiyek li dar xist.

Li bajarê Kobanê a kantona Firatê Desteya Perwerde û Fêrkirinê daxuyaniyek bi boneya Roja zimanê Cîhanî da.

Di daxuyaniyê de bal li ser xetereyên siyasetên Tirkirinê yên ku li herêmên dagirkirî têne meşandin.

Desteyê ragihand ku ew amade ye li hember van siyasetan bisekine û fêrbûna bi zimanê dayikê pêş bixe.

Back to top button