HPG’ê şehîdê operasyona şoreşgerî ya şehîd Doga Viyan eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlayê ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de şehîd bûbû eşkere kir û got: Hevrêyê me Şervan nîşanî dost û dijmin da ku ti artêşeke dagirker nikare xwe li ber hêza gerîla bigire.

HPG’ê nasnameya gerîlayê ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de şehîd bûbû eşkere kir.

Gerîlayan 17’ê sibatê li Zapê bi vê operasyonê li ser baregeha artêşa Tirk a dagirker girtibûn.

Di encamê de jî baregeh bi temamî hate şewitandin û 37 dagirker hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîla Şervan Varto jî ku heta dawî şer kir, şehîd bûye û wiha got:

Ewladê hêja yê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê hevrê Şervan weke ciwanekî Kurd ê ku dilê wî ji bo azadiyê lêdide, tevlî nava refên gerîla bû.

Ji bo doza azadiyê ya gelê me bigihîne serketinê her wezîfeya xwe bi biryardarî xiste pratîkê.

Li Zapê ku cihê dawî yê wezîfeya wî bû, hevrêyê me Şervan bi ruhê fedayî yê Apoyî tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bû.

Şêwazê fetih û cesareta xwe ya bilind di kesayeta xwe de kir yek û bi profesyonelî bi ser dijmin de çû.

Hevrêyê me Şervan nîşanî dost û dijmin da ku ti artêşeke dagirker nikare xwe li ber hêza gerîla a xwedî ruhê fedayî yê Apoyî, bigire.

HPG: Navê xwe di dîroka têkoşîna wan de da nivîsandin

HPG’ê diyar kir gerîla Şervan navê xwe di dîroka têkoşîna wan de da nivîsandin û got:

Di serî de malbata hêja, em ji hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê yê welatparêz û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Şervan Varto
Nav û Paşnav: Adil Elî Mûradî
Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro
Navê Dayikê: Atiye
Navê Bav: Mihemmed Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Sibata 2024’an / Zap

Back to top button