Heleb-Ji malbata şehîd Bakur Efrîn re sersaxî hat xwestin

Li Helebê û kampa Serdem a Şehbayê merasîmên sersaxiyê ji bo malbtên şehîdan hebûn.
Li bin konê sersaxiyê soza pêkanîna xeyalên şehîdan û dewamiya rêya wan peyamên sereke bûn.

Îro jî, ji malbatên cangoriyên Azadiyê re sersaxî hat xwestin.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya taxên Helebê konê sersaxiyê ji bo malbata şehîd Bakur Efrîn vedan.

Bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Asayişê bi girseyî berê xwe dan bin kon û li kêleke malbatê sekinîn.

Liwir kon kesên axivîn bal kişand ser mezinahiya şehîdan.”

Serokatiya hevbeş a Meclisa Şehîd Rubar Qamişlo, Silêman Arif jî teqez kir ku gelek şervanan di rêya azadî û Kurdistanê de canê xwe feda kirin.

xalê şehîd yê herî dawî ku helbest xwendî ye.
Xalê şehîd Bakur û dayîka şehîd jî behsa fedekariyên şehîdan kirin û soza domandina riya wan dan.

Şehîd Şîlan û Şoreş li kampa Serdem bi merasîmekê hatin bibîranîn

Li kampa serdem a Şehba jî merasîma sersaxiyê ji bo Şehîd Şîlan Efrîn û Şoreş Efrîn pêk hat.

Merasîma sersaxiyê bi beşdarbûna koçberên Efrînî, tevî saziyên Rêveberiya Xweser pêk hat.

Li ser navê meclîsa malbetên Şehîdan Xelîl Îso û li ser navê meclîsa navçeya Til Rifet Receh El Elî axivîn.

Rêhevalê Şehîd Şîlan ku ji herêma Cizîrê berê xwe dabû Şehba jî axivî..

Birayê Şehîd Şîlan soza dewamiya têkoşîna riya şehîdan da û starnek diyarî malbeta xwe kir.

Back to top button