PDK zêdeyî mehekê ye cenazeyên gerîla nade malbatên wan

Hêzên bi ser PDK’ê 29’ê Tebaxa derbasbuyî li herêma Xelîfanê êriş birin ser komeke gerîla. Di encama êrişê de 5 gerîla şehîd bûn. Ji wan gerîlayên şehîd 2 ji Rojavayê Kurdistanê ne.
Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka ya ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe zêdeyî mehekê ye dewam dike.

Lê heta niha PDK’ê xwe li bêdengiyê daniye û bersiva malbatan nade.
Dayikên Aşîtiyê û Mamosteyên Kantona Qamişlo jî îro tevlî çalakiyê bûn bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên Şehîdan bide malbatên wan.

Îro dayikên aşîtiyê û Mamosteyê kantona Qamişlo beşdarî çalakiya konvendanê a ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî bûn.

Li pêşiya konê çalakiyê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser êrişên dewleta Tirk yên li dijî Kurdan û hate gotin ku PDK’ê piştgiriyê dide êrişên li dijî gelê kurd û gerîla.

Bang li PDK’ê hat kirin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Back to top button