Li seranserî herêmê li dijî êrişan çalakî hatin li darxistin

Gelê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker di nava tevgerê de ne. Îro jî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û êriş hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de bang li NY û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku sînorekê ji êrişên hovane ên Tirkiyê re deynin.

Gelên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.

Zarok, jin û ciwanên Qamişlo daketin qadan bi çalakiyekê êrişên dewleta Tikr şermezar kirin.

Çalakî li ber bendê balfirgeha Qamişloyê rawestiya û şandeyek derbasî gel baregeha Rûsyayê bûn û nameyek derbarê êrişên dewleta Tirk de radestî wan kir.

Piştî şande derket daxuyaniyek li dijî êrişan da.

Beşdarên daxuyanî jî teqez kirin dê her li dijî êrişan li berxwe bidin.

Meclisa herêma Efrîn jî bi heman armancê li Şehbayê daxuyanî da.

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk Efrîn kiriye cihê bi hezaran çeteyên biyanî.

Meclisê da zanîn ku dewleta Tirk bi armanca guhertina demografiya herêmê êrişên xwe zêde kirine.

Meclisê di dawiyê de bang li NY kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deyne.

Dîsa li Şehbayê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn li dijî êrişan daxuyanî da.

Rêxistinê destnîşan kir ku di êrişên dewleta Tirk de zarok jî dibin qurban û got: “Tevî ku ev kirinên dewleta Tirk li pêşberî çavên hemû Cîhanê û Rêxistinên Mafên mirovan çêdibin, lê kes deng ji xwe nayne.

Sûcên ku Tirkiyê dike sûcên şer in û divê dewleta Tirk were cezakirin.”

Rêxistinê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

Li aliyekî din Partiyên Yekîtiya Niştîmanî li Amûdê xwepêşandanek li darxist.

Xwepêşandan ji pêş qada Şengalê destpêkir û li ber baregeha Rûsya rawestiya û daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk di demên dawî de êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine û sivîlan dike armanc û got: “Tirkiyê komkujiyan pêk tîne, zarok, jin û kesên temen mezin dibin qurbana van êrişan. Divê Rûsyayê qaşo dewleta garantore êdî helwestekê li hember van êrişan nîşan bide.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirin ku êrişên bi vî rengî têkoşîn û berxwedana gel xurtir dike û dê li dijî êrişan parastina xaka xwe bikin

Di dawiya çalakiyê de partiyan nameyek radestî hêzên Rûsyayê kir.

Back to top button