Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Idlibê bi çekên giran êrişî hev kirin. Li Derayê jî 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, Îro çeteyan êrişî cihên hêzên hikûmeta Şamê yên li rojhilatê Idlibê kirin û dinavbera her du aliyan şer derket.
Hate ragihandin ku di encamê de kuştî û birîndarên hêzên hikûmetê çêbûn û 3 çete jî hatin kuştin.
Vê sibê jî çeteyan bi çekên giran nuqteyên hêzên hikûmetê yên li gundên bakur û rojavayê Hemayê topbaran kirin.
Hêzên hikûmeta Şamê gund û bajarokên bi ser Idlibê, herêmên rojhilat û rojavayê Hemayê û derdora çiyayê El-Ekrad yê li Lazqiyê topbaran kir.
Li Derayê 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn
Her wiha çavdêriyê da zanîn ku li bajarokê Til Şehab ê Derayê kesek di encama êrişek çekdarî hate kuştin.
Her wiha li bajarokê Êlma yê li rojhilatê Derayê jî mayinek di malekê de teqiya û di encamê de kesek hat kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.