Serfermandarê Emerîkî: Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û hevkariya bi QSD’ê re dewam e

Serfermandarê Emerîkî Eric T. Hill yê di koalîsyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de diyar kir ku tevî êrîşên dewleta tirk yên li ser bakurê Sûrî jî hevkariya wan bi QSD’ê re dewam e û wan niha hemû bala xwe daye ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê.

Serfermandarê Hêzên Hewayî Eric T. Hill, têkildarî şerê li dijî DAIŞ’ê û hevkariya bi QSD’ê re ji ajansa Associated Press re axivî.

Eric T. Hill got; “Xeteriya çeteyên DAIŞ’ê hîna dewam e û li dijî vê jî hevkariya me ya bi QSD’ê re didome. Li her cihekê ku çete lê ne, divê em wan bê bandor bikin.”

Hill diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo peydakirina çavkaniyên xwe yên darayî di nava lêgerînê de ne û di medyaya civakî de jî hîna bi piştevanên xwe re di nava têkliyan de ne.

Serfermndarê Hêzên Hewayî yê Emerîka ji bo hevkariya bi QSD’ê re jî weha got:

“Ev demek dirêje em bi QSD’ê re kar dikin û perwerde dikin.

Hevkariya me bihêze.

QSD di şerê li dijî DAIŞ’ê de pêşenge û hêza herî xurte.”

Leave a Reply

Back to top button