Li Qamişlo 9 bazirganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Asayişê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 bazirganên Narkotîkê li bajarê Qamişlo û Tebqayê girtin.

Hate ragihandin ku li gel kesên girtî 22 hebên Captagon, 7 hebên Biyogablin, 121 gram hişbir, amûrên bikaranîna hişbirê, 24 gram eroîn û 50 dolarên sexte hatine desteserkirin.

Asayişê diyar kir ku Kesên gritî wê veguhêzin Dozgeriya Giştî.

Her wiha li bajarê Tebqayê jî bazirganekî narkotîkê hate girtin.

Ew bazirgan ji herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de derbasî Tebqayê bûbû ku li gel wî hezar û 279 hebên Bugablin ên (Eyar 100) hat desteserkirin.

Hêzên Asayişê li Menbicê 3 bikarhînerên narkotîkê girtin

Back to top button