“Bi yekîtiyê emê rê li ber hemû peymanên li dijî Kurdan bigrin”

Di 24’ê Tîrmehê de sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibin.
Piştî sedsalan jî parçekirin, qirkirin û komkujiyên dijî Gelê Kurd dewam dikin.
Welatiyên Helebceyê ji bo vê bang li hemû hêzên siyasî kirin ku yekîtiya xwe ava bikin.

Welatiyê bi navê Ekrem Kerîm derbarê mijarê axivî û got:

“Welatên cîran dijî Kurdanin, ev yek li gel me hemûyan zelale.

Em bi xwe jî dinava xwe de dijberiya hev dikin..

Lê êdî em dixwazin di asta navnetewî û navxweyî de, li dijî hemû peymanan bibin yek.

Ji ber nakokiyên niha di nava Kurdan de, ziyanek mezin digihi, gel, dîrok û paşeroja Kurdan.”

Ekrem Kerîm banga li hemû hêzan kir ku yekîtiya xwe ava bikin ..

Welatiyê bi navê Hoşmend Murad jî ev yek anî ziman:

“Piştî sedsalan jî me hîn ezmûnek erênî ji vê negirtiye..

Em li bendê bun ku Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bide parçeyên din yên Kurdistanê.

Divê em hemû bihevre ji bo azadiya parçeyên din yên Kurdistanê tevbigerin.”

Back to top button