Koreya Başûr: Di presîbê de li ser dawî anîna şerê Kore lihevkirin pêk hat

Bi dehê salane dijminahiya îdeolojî welatek kiriye du parçe. Êş û birîna “Şerê Kore” yê navbera 1950-53’an heta roja îro jî nîşaneyên xwe dimînin. Koreya Başûr ragihand ku di warê presîbê de li ser dawî anîna “Şerê Kore” lihevkirin pêk hat

Rêberê Koreya Başûr Moon Jae-in ragihand ku Koreya Bakur, Koreya Başûr, DYA û Çîn di prensîbê de, li hev kirine ku bi fermî “şerê Koreyê” bi dawî bikin.

Li gorî nûçeya BBC, rêberê Koreya Başûr Moon Jae-in got,

ji ber daxwazên Koreya Bakur hevdîtin dewam dikin.

Şerê Koreyê ku di navbera salên 1950-53 yan de dom kir, ne bi peymana aştiyê, lê bi agirbestê bi dawî bû.

Koreya Bakur û Koreya Başûr ku piştevaniya xwe ji DYA û Çînê digrin heta îro jî di nava şerekî teknîkî de bûn.

Xwişka rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un, Kim Yo-Jong, di axaftina xwe ya meha Îlonê de amaje bi wê yekê kiribû ku Koreya Bakur ji danûstandinan re amade ye.

Di heman demê de anîbû ziman ku divê Amerîka dev ji polîtîkayên xwe yên dijminane berde.

Koreya Bakur naxwaze leşkerên Amerîkî li Koreya Başûr bibin.

Back to top button