Blinken dest bi tura 5. a Rojhilata Navîn kir

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken ji bo Rojhilata Navîn dest bi tura xwe ya 5. kir.
Rawestgeha despêkê ya Blinken Erebistana Siûdî bû.

Antony Blinken ji bo rewşa dawî ya li Xezeyê û pevguhertina dîlgirtiyan derket tura Rojhilata Navîn.

Piştî êrişa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê û heta niha, ev cara 5’an Blinken serdana Rojhilata Navîn dike.

Tura Blinken di vê çarçoveya serdana xwe de, tevî Erebistana Siûdî wê biçe Misir, Qeter, Îsraîl û Şerîaya Rojava.

Hevdîtinên Bilinken wê heta 8’ê Sibatê dewam bikin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya DYA’yê, Blinken ji bo mijara pevguhertina dîlgirtiyan û “navbera însanî” wê hewl bide navbera her du aliyan çêbike.

Her wiha ji bo alîkariyên însanî bigihijin Xezeyê bi dewletên têkildar re hevdîtinan bike.

Di heman demê de Blinken wê ji bo Îsraîl û Filistînê hevdîtinên dîplomatîk bike.

Mijara herî dawî ya di rojeva Blinken de jî êrişên Husiyan ên li Behra Sor in.

Back to top button