Amerîkayê careke din êrişî Husiyan kir

Êrişên Husiyan yên li Derya Sor û êrişên ezmanî yên Amerîka û Îngilistanê yên li dijî Husiyan jî didome.
CENTCOM’ê eşkere kir ku wan roja yekşemê jî êrişên xwe yên li dijî Husiyên li Yemenê berdewam kirine.
Jake Sullivan diyar kir Amerîka wê êrişên li dijî komên ku Îran piştgiriya wan dike zêde bike
Husiyan jî ragihand ku ew ê bersiva êrişan bidin.

Husiyên li Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike ji meha Mijdarê ya 2023’an ve êrişî keştiyên şer û bazirganî yên li derya sor dikin.

Tê diyar kirin ji sedî 15 yê bazirganiya cîhanê li ser derya sor tê kirin û salane ji trîlyonek dolarî zêdetire.

Êrişê Husiyan jî yên li ser derya sor li dijî vê bazirganiyê asteng dikin û weke gef tên dîtin.

Amerîka û Ingilistan jî weke bersiv ji 11’ê Çileyê ve li dijî Husiyan operasyonên hevpar pêk tînin.

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku wan roja yekşemê jî êrişên xwe yên li dijî Husiyên li Yemenê berdewam kirine.

CETNCOM’ê ragihand wan bersiva amadekariya êrişa li dijî keştiyên li derya sor dane.

Berdevkê Leşkerî yê Husiyan Yehya Serî ragihand ku ew ê bersiva êrişan bidin.

Yehya Serî diyar kir ev êriş wê nikaribin piştgiriya wan ya ji bo Filistîniyên li Xezayê asteng bike.

Husiyan Îtalya şiyar kir: Hûn jî dê bibin hedefa me

Li aliyê din piştî ku Yekîtiya Ewropayê bîryar da ku li dijî êrişên Husiyan Mîsyona Derya Sor bidin destpêkirin, Husiyan hişyarî da Îtalyayê ku beşdarî êrişên li dijî Yemenê nebe.

Têkildarî mijarê ji rêveberên Husiyan Mihemed Elî El Hûsî diyar kir ger Îtalya beşdarî êrişan bibe wê bibin armanca wan.

Sullivan: Amerîka wê êrişên li dijî komên girêdayî Îranê zêde bike

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Qesra Spî Jake Sullivan têkildarî êrişên Amerîka yên li dijî komên Îranê ji kanala NBC re axivî.

Sullivan diyar kir Amerîka wê bersiva êrişên li dijî leşkerên xwe bide û êrişên li dijî komên ku Îran piştgiriya wan dike zêde bike.

Sullivan êrişên roja înê ku li Iraq û Sûriyê pêk anîn weke destpêk bi navkir û got,”

“Wê gavên hê zêde bên avêtin. Amerîkayê bersivên girîng dan gef û êrişan.”

Amerîka: Wê êrişên me dewam bikin

Piştî ku 28’ê Çileyê di êrişeke bi dronan ya li dijî baregeha hêzên Amerîkayê ya li sînorê Sûriye û Urdinê ku 3 leşkerên Amerîkî mirin û 40 jî birîndar bûn, Amerîka li dijî komên girêdayî Îranê êrişan pêk tîne.

Roja Înê li dijî komên ku Îran piştgiriya wan dike li Sûriye û Iranê 85 êrişên ezmanî hatin kirin û di encamê de zêdeyî 40 kes mirin.

Roja şemiyê jî Amerîka û Îngilistanê li dijî Husiyên li Yemenê êrişên ezmanî yên hevpar pêk anîn û hat ragihandin bi giştî li 36 cih û deverên Husiyan hatine xistin.

DYA û Îngilistanê careke din êrişî Husiyên Yemenê kirin

Back to top button