Nûjiyan Erhan di salvegera 5. a şahadeta xwe de li ser gora xwe hat bîranîn

Rojnamevan Nûjiyan Erhan di 3’ê Adara 2017’an li Xanesora Şengalê, di encama êrişa çekdarên PDK’ê de birîndar bibû, lê tevî hemû hewldanan jî 22’ê Adarê şehîd bû..
Di salvegera 5’an a şahedata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Rojnamevan Nûjiyan Erhan 3’ê Adara 2017’an di encama êrîşa çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê ve li Xanesora Şengalê birîndar bû…

Tevî mudaxeleyên diktoran jî, Nûjiyan Erhan 22’ê Adara 2017’an şehîd bû..

Şehîd Nûjiyan, îro di 5. salvegera şehadeta xwe de, li ser gora xwe, li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan ya li çiyayê Şengalê, hate bibîr anîn.

Li ser gorê, rojnamevan Nesrîn Hisên daxuyaniyek li ser navê Ragihandina Jinên Êzidxanê da..

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku heval, memoste û şehîd Nujyan li ser xeta heqîqeta civaka azad, netewa demokratîk û azadiya gelan bi kamera û pênûsa xwe bû sembola rojnemevaniya azad.

Her wiha îşaret bi reva PDK’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an jî hat kirin û ev yek hat gotin:

“Li şuna ku lêborînê bixwaze, li rex şervanên me û gêrîllayên Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê şer bike, bi îxaneteke mezin di 3 Adara 2017’an de êriş anî ser civaka Êzidî..

Bi nemerdane Nûjiyan kirin hedef…”

Di dewama daxuyaniyê de qala kar û xebata Nûjiyan Erhan jî hat kirin û ev yek hat ziman:

Ji bo parastina dîroka civaka me ya Êzidî, Nûjiyanê hafîzeyek ava kir.

Bi kamera û pênûsa xwe di dîrokê de navê civaka Êzidî nivîsand.

Em weke yekîtiya ragahandina jin ya Şengalê bi kîna hember xayînan û dijminan soz didin hevala xwe û civaka xwe ku heya dawiyê li peyî şopa Nûjiyan Erhan bin. ”

Di dawiyê de dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ hatin bangikirin û destên gulan li ser gora Nûjiyan hatin danîn..

Back to top button