Li kampa Holê 30 hezar welatiyên Iraqê hene

Wekîlê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê eşkere kir ku 30 hezar welatiyên Iraqê di Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê de hene.

Wekîlê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nurî, ji ajansa fermî ya Iraqê re axivî û got:

“Li Kampa Holê 30 hezar Iraqî hene.

Ji vana 20 hezar zarokin, mayîna van di kampê de xeteriyeke mezine.

Dibe ku ev zarok ji aliyê malbatên DAIŞ’ê ve werin perwerdekirin û bikaranîn.”

Her wiha ji bo vegerandina van kesan ji bo nava Kampa Cede ya li parêzgeha Ninowa komisyonek ewlehiyê hatiye avakirin.

Li gorî Kerîm Nurî, duh 24 malbatên din ên Iraqê ji Kampa Holê vegerandine parêzgeha Enbar û ji beriya wê jî 74 malbatên din vegerandine Iraqê.

Back to top button