KCK li ser teqîna Stenbolê daxwiyanî da

Koma Civanên Kurdistanê teqîna Stenbolê bi tûndî şermezar kir û got;
Teqez ti pêwendiya tevgera me bi bi teqînê re tine ye.
Teqîn careke din plana tarî ya AKP û MHP derxist holê.
Ji bo êrişeke nû ya dagirkeriyê li dijî Rojava dixwazin hincetan peyda bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî teqîna li Stenbolê daxuyaniyek da.

KCK diyar kir ku ew ji ber encama teqîne xemgîn bûne û got;

Em weke tevgera êrişa li Stenbolê bi tûndî şermezar dikin. Eşkere ye ku ev teqîn di nava planeke tarî de hatiye amadekirin û got;

KCK: Ti pêwendiya tevgera me bi teqînê re tine ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel teqez kir ku ti pêwendiya wan bi êrişê re tine ye.

Tevî vê rasrtiyê jî dewleta faşîst a AKP -MHP bi israr hewl didin tevgera me berpirsiyar nîşan bide. Armanc ji vê helwesta wan veşartina rastiyan e. Mirovê ji rêzê jî bio hêsanî dikare niyeta rêjîma faşîst fêm bike.

“Rêjîma AKP-MHP serî li rêbazên tarî dide”

Hevserokatiya Konseya Rêvber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi van mijaran kri:

AKP û MHP ji bo dirêjkirina temenê xwe, hemû derfetan ji bo tinekirina gelê Kurd bikar tînin.

Ti rê û rêbazên kirêt nemane ku vê faşîmzê li dijî Kurdan nexistiye dewrê.

Tevî vê yekê jî nekariye bighêje armancên xwe.

Lewma bi amadekirina planên tarî dixwazin projeya xwe a qirkirina Kurdan temam bikin.

KCK: Amadekariya êrişeke nû li dijî Rojava tê kirin

KCK’ê diyar kir ku yek sedemên bingehîn ên tawanbariyên rêjîma Tirk, Rojavayê Kurdistanê ye û got;

Ya tê kirin bi plan û zanebûn e. Dixwazin li dijî Rojava tevgereke nû ya dagirkeriyê destpê bikin.

Ji xwe dema êrişa li Stenbolê jî ne ji xwe ve ye. Lewma di vî wextekî de dîmenên bikaranîn çekên kîmyewî û şewitandina cenazeyên leşkerên Tirk ji aliyê dewletê ve derketin holê.

Ji bo bi ser vê rastiya xwe veşêrin û dest bi komkujiyên nû bikin, serî li rêbazeke wiha dan.

Mijara asil jî Rojavayê Kurdistanê ye.

Niha rêveberiya Rojava ragihand ku ti pêwendiya wan bi êrişê re tine ye. Lê rêjîma Tirk bi zanebûn kesa tawanbar weke welatiya Sûrî nîşan dide.

Bi vî awayî dixwazê êrişa xwe a nû li dijî Rojava rewa bike.

Back to top button