QSD’ê bîlançoya roja 2’emîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê eşkere kir.
Li gorî wê, 7 stasyonên petrolê, 2 stasyonên kehrebeyê, stasyoneke avê û 2 nexweşxane hatine bombebarankirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 2’mîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.
Li gorî Bîlançoyê:
Dewleta Tirk 7 caran bi balafirên şer, 14 caran bi dronên bi çek, 74 caran bi çekên giran, carekê bi çeka doşka û carekê bi sûîqastê êriş pêk anîn.
Di encama van êrişan de,
4 cihên hêzên hikumeta Şamê, 2 Nexweşxane, Stasyoneke avê, 7 Stasyonên petrolê û 2 Stasyonên hilberandin û belavkirina kehrebeyê hatin bombebaran kirin.
Doh jî QSD’ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê aşkera kir ku di êrişan de 15 kes şehîd bûn.