3 roj in li ser hev hêzên hikûmeta Şamê û balafirên Rûsyayê herêma Bêçek bi dijwarî bombebaran dikin.
Di êrişên îro ên li dijî herêma navborî de 7 sivîl hatin kuştin.
Beriya du rojan li Humsê dronekê êrişî şahiya pîrozbahiya derçûna efserên hikûmeta Şamê kir.
Di encama de 123 kes di nav de zarok û sivîl hatin kuştin.
Hikûmeta Şamê komên çekdar yên dewleta Tirk a dagirker bi êrişê tewanbar kir.
Ji wê rojê û şûn de hêzên hikûmetê bi çekên giran û Rûsya jî bi balafirên şer herêma bêçek dan ber top û moşekan.
Êriş di roja 3’an dedewam dike.
Hêzên hikûmetê gundewarê Helebê, Idlib’ê topbaran kir.
Balafirên şer yên Rûs jî 4 caran gundewarên Idlibê bombebaran kir.
Hat ragihandin di êrişan de heta niha ji wan 4 zarok 7 sivîl hatin kuştin.
Komên çete jî bi heman rengî cihên hêzên hikumetê yên li xetên şer armanc kirin.
Çavdêriya Sûrî ragihand ku di encama êrişên 3 rojan yên li herêma bêçek, 38 kes ku bi piranî sivîl in hatin kuştin.