“Dive wek erk netewî û mirovî em xwedî li rêberê xwe derkevin”

Endamên Komîteya Azadî di derbarê tecrîda girankirî û gefên li dijî Rêber Apo axifîn û gotin:“Dive wek erkek mirovî her kurdek li dijî tecrîde dengê xwe bilind bike û bêdeng nemîne.”

Li ser mijarê Endamê Komîteya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ Şoreş Xidir banga xwedî derketina li Rêber APO kir û got:

“Divê wek erkek mirovî û neteweyî xwedî li hizirmende xwe derbikevîn.

Divê em li gel rêxistin, partî û partiyên siyasî yên li hundir û derveyî welat re bicivin da ku em bikarin xwedî li Rêberê xwe derbikevin.”

“Tecrît gihaye astek ku ti pîvanê mirovî û olî qebul nake”

Her wiha Çavdêrê Siyasî û Endamê Komîteya ‘Azadî Ji bo Abdullah Ocalan’ Dr. Hekîm Ebdulkerîm jî tecrîd şermezar kir û got:

“Tecrîd gihiştiye astek wiha ku ji aliyê ti pîvanên mirovî û olî yên navneteweyî ve nayê qebûlkirin. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin”

Dr. Hekîm Ebdulkerîm jî diyar kir ku dîlgirtina Rêber APO ne tenê girtinek fîzîkî ye, dîlgirtina projeya bi navê Çareseriya Demokratîk a Rojhilata Navîn e.

Pêkanîna projeyê wê bibe sedem ku dewleta Tirk di şêwazê rêveberiya xwe de têk biçe.”

Back to top button