Bi pêşengiya Meclisa jin a herêma Ereba a Şengalê, konê çalakiyê ji bo azadaiya Rêber Abdullah Ocalan hate vedan.
jinan diyar kir ku ew ê heta dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APo têbikoşin.
Bertekên li dijî gef û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe.
Di vê çarçoveyê de civaka Ereb a Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.
Bi pêşengiya Meclisa Jin a herêma Ereba ya Şengalê li baxçeyê Mam Zekî li geliyê Şilo konê çalakiyê hate vedan.
Çalakiya kon bi daxuyaniyekê despêkir û wê sê rojan dewam bike.
Daxuyanî ji aliyê jina bi navê Meha Feysel ve hate xwendin û wiha hate gotin:
“Di vê dema dawîde dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe li hember Rêber Apo guherandine û xistiye bin tecrîdek giran de.
Ev 4 sal in em agahî ji Rêberê xwe na girin û heta nahêlin malbat û parêzerên wî jî seredan bikin.
Ev yek qanûnên dij exlaqî û mirovî ne.”
Jinên Ereb yên Şengalê diyar kir Rûêber Apo yekem kese ku mafê jinê daye û bi jinê re dibe yek û gotin
Emê jî bi fikir û felsefeya Serok Apo daye me, li dijî dewleta Tirk a faşîst bisekinin û heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo li ber xwe bidin.
“Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de bin”
Her wiha Jinan bêdengiya saziyên navnetewî û yên peyewendîdar bi tundî şermezar kirin û ragihandin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de bin.
Piştre ji gelek gundên Ereba gel serdana konê çalakiyê kirin û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Li wir li ser têkoşîna Rêber Apo sinevizyonek hate pêşandan.