Bi boneya 19’ê Tîrmehê daxuyanî hatin dayîn û Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.
Meclisa Civakî ya Ermen daxuyanî da û Şoreşa Rojava pîroz kir.
Meclisa Civakî ya Ermen li Hesekê bi daxuyaniyekê salvegera 19’ê Tîrmehê pîroz kir.
Daxuyanî bi beşdariya endamên Meclisê hate dayîn û tê de wiha hate gotin:
“Şoreşa herî mezin şoreşa gelan e, şoreşa tevahî pêkhate û tevahî olan di 19′ê Tîrmehê de bû.
Bi nûnertiya projeya neteweya demokratîk û ruhê wê yê şoreşgerî gelê herêmê li dijî komên tundraw sekinî, bi ser ket û xewnên Sultanê wan ê nexweş Erdogan têk birin.”
Meclisê di dawiyê de bang li NY’ê, rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkê xwe rabin û rê li êrişên dewleta Tirk yên rojane bigre.