Partiya Komela Dadgerî ya Başûrê Kurdistanê encama hilbijartina Parlamantoya Iraqê red kir

Partiya Komela Dadgerî ya Başûrê Kurdistanê jî encama hilbijartina 10’ê Cotmehê ya Parlamantoya Iraqê red kir. 

Partiya Komela ya Dedgerî bi daxuyaniyekê ragihand wan li dijî encama hilbijartina parlamentoya Iraqê gilî kirine û encam red kirine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Me belgeyên pêwîst têkildarî binpêkirina li hemberî namzetên me, pêşkêşî aliyên pêwîst kirin.

Lê encama dawî , bêyî ku di encamê de guhertin çêbibe, hat ragihandin.

Em encama hilbijartina 10’ê Cotmehê red dikin. Bi riya Dadgeha Federalî em ê encamê red bikin û belgeyan ji bo Dadgehê eşkere bikin.”

Di hilbijartinên pêşwext a Parlamentoya Iraqê de ku di 10’ê Cotmeha îsal de pêk hat, Komela Dadgerî ya Kurdistanê 2 kursî bi dest xistin.

1’ê Mijdarê jî aliyên Şî’î bi daxuyaniyeke hevpar encamên dawî ên hilbijartinan red kirin.

Back to top button