Serokkomarê Îraqê Berhem Salih îstîfaya xwe pêşkêş kir

Piştî xwepêşandanên li Iraqê, Serokkomar Berhem Salîh îstîfaya xwe pêşkêşî parlamenê kir.

Iraqê ku ji 1’ê Cotmehê ve li dijî rêveberiyê xwepêşandan pêk tên, piştî Serokwezîr Adil Abdulmehdî, Serokkomar Berhem Salîh jî îstîfa kir.

Berhem Salîh îro li ser rewşa Iraqê nameyek pêşkêşî parlamenê kir û di dawiyê de îstîfaya xwe ragihand.

Berhem Salîh berî îstîfaya xwe gotibû ku “Di dewsa ez namzetekî ku xwepêşandêr qebûl nakin erê bikim, ez ê îstîfa bikim.”

Şêwîrmendê Serokkomar Hawjîn Omer der barê nameya îstîfayê de ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku Berhem Salîh, ji ber zextên zêde yên aliyên siyasî îstîfa kiriye.

Şêwirmend Omer têkildarî nameya îstifayê weha got:

“Piştî ku Koma Bîna wek koma herî mezin a parlamenê hat destnîşankirin, “Eshed Îdanî” ji bo serokwezîrtiyê namzet nîşan da.

Lê ji ber xwepêşanderan bi tundî wî namezetî red kir, serokkomar weke helwesteke exlakî nexwest ji bo avakirina kabîneya nû Îdanî erkdar bike.”

Berhem Salîh di sala 2018’an de weke serokkomarê Iraqê hatibû hilbijartin û berî niha di Rêveberiya Kurdistana Federal de serokwezaretî û di hikûmeta navendî de jî alîkarê serokwezaretiyê kiribû.

Leave a Reply

Back to top button