Gelê herêmê bi her awayî gef û êrişên Tirkiyeya dagirker red dike û peyama berxwedanê dide.
Ew dibêjin: “Yekane rêya têkbirina hemû plan û êrişên li dijî herêmê, xweparastin e.” FILM
Ji rêbazên têkbirina êriş û metirsiyên li ser deverekê, hevgirtina gel û xweparastin e.
Ji bo wê gelê herêmê jî çend sal in bi her awayî xwe diparêze û li ber xwe dide da êriş û gefên dewleta Tirk vala derxînin.
Li dijî êrişan, Endamên meclisên navçeya Girkê Legê bertek nîşan dan.
Endamê Meclisa Lihevanînê ya Girkê Legê Salih Ehmed jî piştrast kir eger yekitî û hevgirtin hebe ew ê hemû plan û komployên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.
” Erdoganê faşîst her tim gefan li herêmê dixwe, lê em ê jî her tim parastina xak û herêmên xwe bikin.”
Ji bajarê Tebqayê hevserokê Meclisa Şehîd Ebdullah El-Sayîl, Ehmed El-Elî jî li dijî êrişên Tirkiyê helwest nîşan da.
Ehmed El-Elî an ziman “Projeya xweparastinê, projeyeke sereke û bingehîn e. Da ku civak xwe biparêze û parastina ewlehiya herêmê jî bike.”
Hevseroka Meclisa Şehîd Ebdullah El-Sayîl, Macîde El-Hisên jî dibêje
“Xweparastin erka her kesekî ye.
Mirov bi her awayî dikare xwe biparêze.
Bi rêya xak, ziman, dîrok û çandê jî parastin dibe.”