Li Bexda û Silêmaniyê 20 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê jî xuya dibe.
Herî dawî û di ncama têkoşîna li dijî van çeteyan de, 14 çete li Bexda û 6 jî li Silêmaniyê hatin girtin.

Li gorî medya Iraqê di encama lêkolînên Wezareta Navxwe û Saziya Istîxbaratê de, li Bexda û derdora wê 14 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Tê gotin hemû çete jî di bendên kontrolê de di encama kemînên hêzên istîxbaratê de hatine girtin.

Hate diyarkirin ku di nava DAIŞ’iyên hatine girtin de serçeteyên diyar yên DAIŞ’ê ên weke:

Ebu Sefane, Ebu Umer û Ebu Meseb hene.

Duh bi şev jî Saziya Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê ragihand ku li Silêmaniyê 6 çeteyên DAIŞ’ê ku dixwestin çalakiyên xwekujî li Bexdayê pêkbînin, hatine girtin

Back to top button