Rêzan Şêx Dilêr: Pêwîst e dijî derbasbûna Tirkiyê li xaka Îraqê helwesteke cidî were nîşandan

Ji Başûrê Kurdistanê bertekên dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Parlementera berê a Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr û endamê Polîtbûroya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Hîwa Seyîd Selîm daxwaz ji aliyên siyasî kir li dijî êrişan helwesteke cidî nîşan bidin. Parlementerê Iraqê Soran Omer jî got, wan derbarê bikaranîna dewleta Tirk ji çeken kîmyawî li Başûrê Kurdistanê daxwaza avakirina komsyoneke lêkolînê kir.

Dengê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê ji Başûrê Kurdistanê bilind dibin.

Parlementera YNK’ê ya Berê a Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr ji Rojnewsê re diyar kir ku dewleta Tirk êdî ne tenê sînor derbas kiriye, piraniya deverên Başûrê Kurdistanê jî bombebaran dike

Hîwa selîm: Hêviya me hemû alî bikevin ferqa vê dagirkeriyê û helwesteke cidî nîşan bidin

Endamê Polîtbûroya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Hîwa Seyîd Selîm hişyarî ji bo xeteriya êrişên dewleta Tirk da û bêdengiya aliyên siyasî li Iraq û Başûrê Kurdistanê rexne kir.

Soran Omer: Derbarê bikaranîna çeken kîmyawî de me daxwaza avakirina komsyoneke lêkolînê kir

Parlementerê Iraqê Soran Omer li ser hesabê xwe yê tevna civakî ragihand ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi nameyekê jê daxwaz kir êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê werin sekinandin.

Her wiha Rêxistina Aştî ya Kurdistanê jî raporek gihandiye destê wî û tê de hatiye gotin dewleta Tirk çekên kimyawî bi kar tîne.

Soran Omer piştrast kir ku wî ew rapor û name gihandiye wezareta derve ya Iraqê û jê daxwaz kir êriş werin sekinandin û komîsyonek derbarê mijarê de were avakirin.

Back to top button