Piştî encamên parlamento, Lijneya Bilind a Hilbijartinê YSK’ê encamên tûra 2. a Serokomariya Tirkiyê eşkere kir.
Li gorî vê;
Erdogan ji sedî 52.18 û Kiliçdarolu jî ji sedî 47.82 ye.
Berdevka HDP’ê Gunay jî got,
Pêvajoya giştî ya kongreya mezin despê kir.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener encamên dawî yên Hilbijartina Serokomariyê bi raya giştî re parve kir.
Yener diyar kir ku ji bo encam bên eşkerekirin ji Rojnameya Fermî re hatin şandin.
Li gorî vê;
Erdogan ji sedî 52,18 Kiliçdaroglu ji sedî 47,82
Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18 û Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 47,82 ê dengan wergirtiye.
Yener da zanîn ku Lijneyê pêvajoyên di salnameya hilbijartinê de şopand û îtîrazên derbarê dengdana duyemîn a serokomariyê ya 29-31’ê Gulana 2023’an de bi dawî kir.
Yener got:
28’ê Gulana 2023’an da hat dîtin ku 52 milyon û 93 hezar û 375 hilbijêrên navxweyî dengên xwe dane û rêjeya dengan jî ji sedî 85,72 bû.
1 milyon û 930 hezar û 226 hilbijêrên li derveyî welat tevî gumrukê dengê xwe bikar anîn û rêjeya beşdarbûnê jî ji sedî 56,34 bû.
Hat dîtin ku li Tirkiye û derveyî welêt bi tevahî 54 milyon û 23 hezar û 601 hilbijêran dengên xwe bikar anîne û rêjeya tevlêbûnê ji sedî 84,15 e.
Serokê Giştî yê YSK’ê Ahmet Yener ragihand ku Erdoganê di hilbijartinê de bi ser ket bi giştî 27 milyon û 834 hezar û 589 deng, Kemal Kiliçdaroglu jî 25 milyon û 504 hezar û 724 deng stendiye.
HDP: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
Li aliyekî din, piştî hilbijartinê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ketiye tevgerê.
Berdevka HDP Ebrû Gunay têkildarî pêvajoya jinûvesazkirin û bernameya xebatan li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî da.
HDP: Armanca me ya bingehîn amadekariyên bo serdema nû ne
Ebrû Gunay diyar kir ku armanca wan ya sereke amadekariyên bo serdema nû ye û wiha got:
Du armancên esasî yên van amadekariyan hene. Ya yekemîn; mekanîzmaya rexne-xwerexnekirinê were bandorkirin. Ya duyemîn; bêyî ku hincetekê nîşan bidin, em ê hemû tiştên muhasebeya tê kirin li me bar dikin pêk bînin.
Gunay anî ziman ku ew ê bi van nîqaş û nirxandinên dikin re xwe ji bo naveroka konferans û kongreya mezin amade bikin.
Berdevka HDP’ê ji bo pirseke têkildarî Partiya Hur Davayê jî ev bersiv da:
“Dê helwesta me ya li hemberî rêxistinên sûcên wan zêde neguhere.”



