Tehran amade ye raste rast rêya hewayî ya bi Misirê re kar bîne

Tehran dixwaze têkliyên xwe yên bi Qahîreyê re xurt bike.
Ji bo vê yekê jî Îran niha dixwaze rêya balafiran a di navbera herdu welatan de careke din were vekirin.

Serokê Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Îranê Mihemedî Bexş doh di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew amade ne seferên rasterast ên navbera Tehran û Qahîreyê pêk bînin.

Li gor nûçeya çapemeniya Îranê, Bexş got,

“Ji bo geştên esmanî yên Tehran-Qahîre ti astengî nîne û balafirên rêwiyan ên Îranê amade ne ku seferan pêk bînin.”

Li gorî daxuyaniya berdevkê hikûmeta Îranê, piştî pêşwaziya ji nûve destpêkirina peywendiyan ji aliyê rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî ve, Serokomar Îbrahîm Reîsî ferman da Wezareta Karê Derve ku ji bo bihêzkirina peywendiyan ligel Misirê gavên pêwîst bavêje.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan diyar kir ku her du welat bi rêya ofîsên parastina berjewendiyên xwe yên li Tehran û Qahîreyê kanaleke fermî ya peywendiya rasterast heye.

Back to top button