Li ber navenda NY: Şerê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e

Di çalakiya li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî de hate destnîşankirin ku şertê aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Çalakiya di çarçoveya pêngava “Dem dema azadîyê” de her roja Çarşemê tê lidarxistin de, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Her wiha starta şandina 100 hezar qertên ji bo Îmraliyê hat destpêkirin.

Li ser navê Komîteya Çalakiyên Cenevê Mustafa Albunbaş da zanîn ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ev 3 sal in gihiştiye asta êşkenceyê.

Altunbaş êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên jiyanê û binesaziya sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta Îranê yên li ser Hewlêrê şermezar kir.

Altunbaş destnîşan kir ku bingeha van êrîşan tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin û got ku bêyî Ocalan aştî ne pêkan e.

Şandeya Lîbyayî jî beşdarî kampanyayê bû

Piştî axaftina Hevserok Tûba Yilmaz, qertên ku di çarçoveya Kampanyaya 100 Hezar Qert de ji bo Îmraliyê bên şandin hatin îmzekirin.

Parêzvanên mafên mirovan ên Lîbyayê yên ji bo şopandina civînên li Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê bûn, konê çalakiyê jî ziyaret kirin û beşdarî Kampanyaya 100 Hezar Qert bûn.

Back to top button