Li Hollandayê ji bo Rêber Apo pêngava 100 hezar qert hate destpêkirin

Federasyona Komeleyên Kurd a Hollandayê-DEM-NED û Tevgera Jinên Kurd bi daxuyaniyekê ragihandin ku li seranserê Hollandayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan pêngava qert şandinê dane destpêkerin.

Bi pêşengiya DEM-NED û Tevgera Jinên Kurd ê hollandayê ji bo azadiya Rêber Apo ê pêngava şandina 100 hezar qertî ji bo Îmraliyê hat destpêkirin.

Ji bo ragihandina pêngavê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo di bin tecrîda girankirî de ye, ev jî tê vê wateyê ku li ser gelê Kurd tecrîd tê sepandin.

Her wiha hate destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêkên hem li Tirkiye û hem jî li Rojhilata Navîn tên jiyîn bi paradîgmaya nû û bi azadiya Rêber Apo pêkan e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû kesên li Hollandayê dijîn hat kirin ku tevlî pêngavê bibin.

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê di roja 180’an de didome

Back to top button