Rewşa girtiyên nexweş giran dibe

Li girtîgehên Tirkiyê êşkence û binpêkirinên mafan her diçe zêdetir dibin. Tevî ku girtiyên nexweş nayên dermankirin, zarokên ku çavên xwe di girtîgehan de vekirine jî para xwe ji vê hovitiyê digrin. Li gor daneyên Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê, hezar û 941 zarok di girtîgehan de ne.

Binpêkirinên mafan yên li girtîgehên Tirkiyê bi dawî nabin.

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene.

Di du salên dawî de 59 girtî jiyana xwe ji dest dan.

Girtiyên nexweş bi zanebûn nayên dermankirin û bi kirinên xirab re rû bi rû têne hiştin.

Girtiyê nexweş Nûredîn Başaran ku ji sedî 78 astengdar e û rapora wî ya “nikare di girtîgehê de bimîne” heye, nayê berdan.

Başaran, niha bi kursiyê biteker diçe û tê û nayê dermankirin.

Başaran ku li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera 2015-2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê girtin, cezayê muebedê lê hatiye birîn.

Berî bê girtin, di encama qezaya trafîkê de ji pişta xwe birîndar dibe.

Başaran ku niha di Girtîgeha Sêwreg a Rihayê ye de ye, bi alîkariya hevalên xwe pêdiviyên xwe yên sereke peyda dike.

Têkildarî rewşa Başaran, hevjîna wî Kanya Başaran (47) diyar kir ku rewşa hevjînê wê her diçe giran dibe û got:

“Divê li Enqereyê, biçe ser bijîşkê fizîkê, lê wî nabin.

Nexweşiya wî jî ne nexweşiyek normal e.

Divê bên dermankirin. Ji ber ku tedawiya fîzîkê nayê kirin, nikare bimeşe û tiliyên pêyên wî dirizin.”

Bi sedan girtî terkî mirinê hatine kirin

Derbarê heman mijarê de Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê TÎHV’ê Coşkûn Ustercî jî axivî û da zanîn, bi sedan girtî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin

Ustercî bang kir ku divê girtiyên nexweş hemû werin berdan

Hezar û 941 zarok di girtîgehan de ne

Nexasim ji van hovîtî û binpêkirinên dewleta Tirk ku li dijî girtiyan dide meşandin, yên herî zêde jê bandor dibin, zarok in.

Li gor daneyên 31’ê Kanûna 2021’ê yên Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê, hezar û 941 zarok di girtîgehan de ne.

Zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne û yên temenê wan di navbera 12-18 salan de jî ji ber dosyeyên xwe di girtîgehê de ne.

Endama Komîsyonê Ayşe Ûgûrlû, diyar kir zarokên di girtîgehan de mezin dibin ji her aliyê jiyanê bepar dimînin û got:

“Şensê wan yê azadbûnê, şensê wan yê bi awayekî azad bimeşin pir kêm e.”

Ûgûrlû, ani ziman ku girtîgeh ji bo zarokan cihên xeterin û ji rayedaran xwes qanûnên pergala înfazê ji nû ve bên sererastkirin.

Back to top button