Leşkerên dewleta Tirk, cotkarek ku li nava zeviyên xwe kar dikir gulebaran kir û ew birîndar kir.
Şêniyê 55 salî Mihemed Ehmed Şêxo ku mala wî li nêzî sînor e duh dema li nava zeviyên xwe kar dikir, leşkerên Tirk ji bargeha xwe gule lê barandin..
Di encamê de Şêxo di piyê xwe de birîndar dibe û yekser ji bo nexweşxanê tê veguhestin.
Mihemed Şêxo diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku leşkerên Tirk wan dikin armanc û got:
“Min baxçeya xwe av dida. Dixwazin me bitirsînin. Ji ber wê rojane me tengav dikin. Lê me planên wê fêm kirine.”