Çalakiyên piştgiriya bi Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê, zêde dibin.
Li bajarê Dêrîkê 17 kesan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Çalakiyên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakger Leyla Guven û hevalên wê zêde dibin.
17 kes ji şêniyên gundê Carûdiyê yê herêma Dêrikê ketin greva birçîbûnê.
Çalakgeran pankartên bi nivîsên “Bi rihê berxwedana girtîgehan em ê tecrîdê bi dawî bikin” hilda dan.
Şêniyên herêma Dirêkê, meclisên herêma Berav di saetên sibehê de serdana çalakgeran kirin.
Berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê hate silavkirin û soza têkoşîna li dijî faşîzmê hat dayîn.
Çalakî wê sê rojan bidome.
MECLISA EDALETA JIN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ:
RÊXISTINÊN HIQÛQÎ Û NAVDEWLETÎ JI JIYANA BERXWEDÊRÊN GREVÊ BERPIRSYAR IN
Di heman çarçoveyê de Meclisa Edaleta Jin a Bakur û Rojhilata Sûriyê jî têkildarî çalakiyên grevê daxuyanî da..
Meclisê diyar kir ku rêxistinên navdewletî û mafê mafê mirovan ji jiyana berxwedêrên grevên birçîbûnê berpirsyar in.