Di salvegera êrişa koma çete ya Roj a ya ser bi PDK’ê ya dijî Xanesorê de, sazî û dezgehên Şengalê bi pêşengiya Desteya Rêveber a Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin, PDK bi her cûreyek xiyaneta xwe dewam dike û got: “Me çawa di Xanesorê rê neda PDK’ê, emê niha jî rê nedin”
Sazî û Rêxistinên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi boneya êrişa PDK’ê ya Xanesorê li navenda Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de şehîdên berxwedana Xanesorê hate bîranîn û wiha hate gotin:
“PDK’ê xwest li Xanesorê komkujî pêkbîne, lê gelê me û şervanên xwe ev komkujî şikandin.
Lê dîsa nesekinî û bû sedema şehîdbûna gelek pêşengên civaka Êzidî. Ew dest ji xiyanetê berneda, em jî soz didin şehîdên xwe heya Şengaleke Xweser û Azad ava nekin, emê nesekinin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên wekî, ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.