Nivîsgeha Projeyên Kooperatîfan a Kantona Firatê 3 kooperatîfên çandiniyê ava kirin û 50 malbatên ji Girê Spî ji wan kooperatîfan sûdê wergirtin.
Her wiha hewldana avakirina kooperatîfên din jî tê kirin.
Nivîsgeh alîkariyan pêşkêş dike ku proje bi ser bikeve û her lîtreyeke mazot bi hezar û lîtreya Sûriyê dide.
Bi awayekî yekser pispor çavdêriyê li ser çandiniyê û pêdiviyên guncaw û destekdayînê dikin.
Têkildarî rola rêveberiya Nivîsgeha Kooperatîfan, endamê rêveber Ebdulfetah El Ereb di gera li ser projeyekê de axivî û got:
“Armanca sereke ji van projeyan xurtkirina malbatên koçber di aliyê aborî de ye.
Niha em projeyên din jî lêkolîn dikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Kooperatîfan a Kantona Girê Spî di dawiya 2022’yan de bi armanca piştigiriyê bidin kooperatîfan û çavdêriyê lê bikin, koçber, malbatên şehîdan û beşên civakê yên xizan di aliyê aborî de xurt bikin hat avakirin.