Li Îranê erdhej çêbû bi hêza 5.8 pileyî erd hejiya

Li bajarê Sanganê yê bakurê rojhilatê Îranê bi tundiya 5.8 pileyî erd hejiya.

Li gorî navenda sîsmolojiyê ya Îranê, li bajarê Sanganê bi 8 kîlometreyan li binê erdê erdhejek rû da.

Li gorî agahiyên destpêkê ji ber edhejê ti ziyan çênebû.

Sangan nifûsa xwe 10 hezar kes e û li ser sînorê Efganistanê ye.

Di 27’ê Kanûnê de jî li başûrê rojavayê Îranê li qadeke bi 45 kîlometreyan dûrî santrala nukleerî ya Bûşehrê bû bi tundiya 5.1 pileyî erd hejiyabû.

Erdheja herî giran a 30 salên dawî jî di sala 1990’î de li bakurê Îranê bi tundiya 7.4 pileyî rû dabû û 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Leave a Reply

Back to top button