Pêşnûmeya bûdçeya parastinê ya DYA

Budçeya parastinê ya ku serokê DYA Donald Trump veto kirî, careke din ji aliyê Meclisa Nûneran ve hate erêkirin.
Ji sêyan du zêdetir dengê erê hate bikaranîn.
Ji bo vetoya Trump ji holê rabe divê ev pêşnûmebiryara parastinê di Senatoyê re jî derbas bibe.

Despêka meha Kanûnê, Meclisa Nûneran û Senato ya Kongreya DYA Pêşnûme Qanûna Bandorkirina Parastina Netewî (NDAA) erê kiribû.

Ev pêşnûmenê bûdçeya parastinê ya 2021’an ji aliyê serokê DYA Donald Trump ve 23 Kanûnê hate vetorkirin.

Ji bo vetoya Trump ji holê rabe careke din, pêşnûme divê ji aliyê Meclisa Nûneran û Senetoyê ve bikeve dengdanê.

Di van herdu beşên kongreyê de pêwiste herî kêm ji sêyan duyê dengan were bidestxistin.

Şevê din Meclisa Nûneran careke din pêşnûme xiste dengdanê.

322 parlementeran li dijî biyara veto ya Trump deng bikar anîn.

Tenê 87 parlementeran dengê na bikar anî.

Bi vê yekê re jimara ji sêyan du zêdetir hate bidestxistin.

Ya balkêş di dema dengdanê de, 109 parlementerên ji Partiya Komarparêz ku Trump serokê wêye dengê erê bikar anîn.

Her çiqasî di Meclisa Nûneran de Demokrat ji Komarparêzan zêdetir jî bin, lê ev yek bi têrênake ku ji sêyan duyê dengan bistêne.

Ji bo vetoya Trump ya li ser bûdçeya parastinê ji holê rabe, pêwiste di Senatoyê de jî ji sêyan duyê dengan were bidestxistin.

Di Senetoyê de beşa zêde ya parlementeran di destê partiya Trump a Komarparêzan de ye.

Di rewşeke erêkirina Senatoyê, wê ev pêşnûme bibe yekem biryar ku ji aliyê kongreyê ve vetoya Trump hatî bêwatekirin.

Di pêşnûmeya mijara gotinê de, cezakirina dewleta tirk ya ji ber kirîna wê ya Sîstema Parastina S-400 a Rûsî jî heye.

Back to top button