Li Ekwador û Fransayê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê îmze hatin komkirin

Li bajarên Rennes û Nantes ên Fransayê û li paytexta Ekvadorê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê îmze hatin komkirin.

Insîyatîva Edaleta Navnetewî ya ji bo Kurdan, ji bo ku PKK ji lîsta ‘rêxistinên terorîst’ were derxistin li paytexta Ekvadorê Quîttoyê îmze komkirin.

Ji bo vê yekî standek hat danîn.

Îmze roja Şemiyê hatibûn komkirin tê payîn wê vê Yekşemê jî vekirî be.

Bi heman armancê li bajarê Rennes û Nantesê yên Fransayê jî maseyên komkirina îmzeyan hatin danîn.

Li her du bajaran mase dirûşma “PKK gel e, gel nayê qedexekirin” hatin danîn.

Di roja Şemî û Yekşemê bi sedan îmze hatin komkirin.

Back to top button