PDK’ê deriyê El-Welîd jî girt

Di 16’ê vê mehê de Hêzên PDK’ê deriya Pêşxabûr girt. Îro jî di seatên sibê de Hêzên PDK’ê deriyê El-Welîd ên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, girt.

Ev derî beriya 4 salan hate vekirin ji bo madeyên lêkirinê weke Çemento, hesin û hwd derbasî Rojavayê kurdistanê bibin.
Deriyê El-Welîd 35 km dûrî deriyê sînor ê Sêmalkayê ye her wiha rêveberiya deriyê Sêmalkayê ê girêdayî PDK’ê rêveberiya deriyê El-Welîd jî dike.
Îro di seatên sibê de Hêzên PDK’ê deriya El-Welîd girt û derfet nedan ti madeyan ku bi rêya derî re derbasî Rojava bibin.

Back to top button