Di pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê de sivîl dibin armanc

Bi destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê re, êrişên Hizbullaha Lubnan û Îsraîlê yên li dijî hev jî bê navber didomin.
Hizbullahê ragihand di êrişên Îsraîlê de 7 endamên wan yên din hatin kuştin.

Li sînorê Lubnan û Îsraîlê çar mehên dawî pevçûn rû didin.

Lê ev çend rojên derbasbûyî di êrîşên Îsraîlê de windahiyên sîvîlan zêde dibin.

Li başûrê Lubnanê 5 jê zarok 10 sivîl ji hêla Îsraîlê ve hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên Lubnanî 7 ji sivîlên hatine kuştin di êrîşên hewayî ya armancgirtina avahiyekî de pêk hatiye.

Heman çavkanî diyar kirin ku sivîlên hatine kuştin heman malbatê ne û di nava wan de 3 zarok jî hene.

Hizbullah: Dijmin dê berdêla wan sûcan bide

Yek ji pêşengên Hizbûllahê Hasan Fadlallah di merasîma cenazeyan de axivî û got:

“Dijmin dê berdêla wan sûcan bide.

Hizbûllah ji bo parastina gelê xwe xwedî mafekê rewa ye.”

Berdevkê hikumeta Îsraîlê Avî Hyman jî helwesta Îsraîlê bi vî awayî diyar kir:

“Timî peyama Îsraîlê li hemberî Hizbullahê çêbûye, dê çêbibe jî. Bila me neceribînin.

Tişta ku me li Xezayê li dijî Hemasê kir, li Lubnanê jî heman tiştî dikarin bikin.”

Di êrişên Îsraîlê de 7 endamên Hizbullahê hatin kuştin

Her wiha doh jî di navbera Artêşa Îsraîlê û Hizbullah û Tevgera Emel de li ser sînorê Libnanê şer qewimî.

Di encama şer de 4 endamên Hizbullahê û 3 endamên Tevgera Emel hatin kuştin.

Têkildarî mijarê Hizbullahê daxuyanî da û kuştina 7 endamên xwe û yên Tevgera Emel piştrast kir.

Artêşa Îsraîlê jî du roj berê ragihandibû ku wan li dijî Hizbullaha Lubnanê êrişên ezmanî yên berfireh dane destpêkirin.

Pevçûnên li sînor

Her du alî jî diyar dikin ku ew naxwazin bikevin nava şerekî giştî.

Ji ber aloziya di navbera Îsraîl û Hizbûllahê de li Lubnanê di çar mehên dawî de zêdetirî 200 kes mirin.

Ji wan kesên hatine kuştin zêdetirî 170 endamên Hizbullah e.

Ji hêla Îsraîlê jî zêdetirî 10 leşker û 5 sivîl mirin.

Di encama pevçûnan de jî bi deh hezaran kes ji her du aliyên sînor koçber bûne.

Artêşa Îsraîlê: Me yek ji fermandarên Hizbûllahê li Lubnanê kir armanc

Back to top button