Li Hindistanê şewat: 11 kes mirin

Li gor agahiyên ewil di şewata ku li New Delhiya paytexta Hindistanê di kargeheke boyaxê de derket 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Hindistanê Delhiya Nû di kargeheke boyaxê de şewat derket.

Li gor tesbîtên ewil di şewatê de herî kêm 11 kes mirin û 4 kes jî di nav de polêsek ku hat cihê bûyerê birîndar bûn.

Heta niha ne diyar e ka sedema şewatê ji ber çi bûye.

Karbidestê agirkujê Atul Garg ragihand ku Îdareya Agirkujiyê ya Delhiyê, 22 wesayîtên agirkujiyê şandin cihê bûyerê û agir di nav çend saetan da hat kontrolkirin.

Garg ev agahî parve kir:

“Teqînek pêk hat û avahî hilweşiya; karker di bin xirbeyan de man.

Şewat bi lez li avahî û dikanên derdorê belav bû.”

Hat parvekirin ku xebatên ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo dîtina kesên di bin xirbeyan da mane dewam dikin.

Back to top button