Nameya Sara Tolhildan ji bo gel

Sara Tolhildan di nameya xwe ya ji bo gel de bal kişan li ser girîngiya yekîtî, hevgirtin û tifaqê û got:” PKK’ê navê jiyana nû ye, em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne”.

Gerîlaya YJA Starê Sara Tolhildan, 26’ê Îlona 2022’an li gel gerîla Ruken Zelal li Mersînê li dijî dewleta Tirk çalakiya fedayî pêk anîn.

Sara Tolhildan beriya çalakiyê, li pey xwe, ji bo gelê Kurd, ji bo jinan û malbata xwe name hişt.

Di nameyê bi taybetî balê dikişîne ser erkên mirovbûnê û daxwaz dike kes erka insanî ji bîr neke.

Nameya Sara Tolhildan a ji bo gel wiha ye.

Jiyan bi çi bedew dibe, çawa dikarin qada bedewiya jiyanî bikin.

Çima em dihêlin, me bixin xew, me bixapînin.

Dema bi amûrê mezin ê şerê taybet bi medyayê, bernameyên tv ên li derveyî exlaqê, bi fanatîzma futbolê, bi partiyên pûç em tên xapandin gelo ma nayê zanîn bê çi ji mirovahiyê tê dizîn.

Sara Tolhildan di nameya xwe de bi van gotinan îşaret bi PKK’ê û girîngiya wê ji bo doza gelê Kurd dike.

PKK navê jiyana nû ye.

Yekbûna hemû nirxên mezin ên Zerdeşt, Mansurê Hallac, Babek, Şêx Bedrettîn, Denîz, Îbrahîm û gelek tevger û bîrdoziyan e ku ji dîrokê ve ji bo mirovahiyê şer kirine.
Ji ber vê yekê bang li we dikim!
Yên cîranê xwe birçî be nabe bi têr razê.
Divê em ji xwe bipirsin, kî sedema şerê qirêj e. Çima mirov xwe dikin bombe û diteqînin.

Heke em dixwazin li hemberî vî şerî rabin ku îradeya gel nasnake, destavêtin, talan û mêtingeriyê ferz dike, divê em vê peyamê bidin.

Em gel in, em heq in, heqîqet in, yên esil em in. Wekî dewlet dema hûn tunebûn, em hebûn.

Wekî mîlîtanên PKK’ê em ê jiyana li gelê me rewa tê dîtin qebûl nekin, êrişên bê exlaq û xwînxwar bê bersiv nehêlin.

Yên xwe bi xwîna mirovên bê guneh xwedî dikin, em ê li biryargehên wan, li navendên wan bibin goga ji agir, wan bişewîtînin.

Li ser girîngiya yekîtî, hevgirtin û tifaqê jî Sara Tolhildan di nameya xwe de vê peyamê dide.

Em ji her demê zêdetir nêzîkî wê ne, li xaka xwe azad bijîn.

Em bi pêşengiya Rêber Apo li hev kom bûne, me xwe birêxistin kiriye, em bûne îrade, ji me ditirsin, êrişî me dikin.

Divê em xwe amade bikin, refên xwe diyar bikin, bi rihê berxwedêr ê Mehmet Tunc, Pakîze, Fatma û Sêvê têbikoşin.

Rêya li derveyî vê wê bibe sedema xiyanet, rijandina zêdetir xwîn û teslimiyetê.

Back to top button