HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn

HPG’ê salvegera hevreyên xwe şehîd Tolhildan Goyî û Zelal Rûken çalakiyên biranînê lidarxist.
Di çalakiyan de 6 dagirker hatine cezakirin.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê di serî de çalakiyên fedaî ên hevreyên xwe Sara û Rûken bibîrxist û got;

Herdu jinên Kurd ên weke Zîlanên Hemdem ku pêşengî ji têkoşîna me û gelê me re kir, navê xwe li dîrokê nivîsandin.

Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ji bo em xwe bigihînin sekna mezin, em soz didin ku têkoşînê hîn bêhtir mezin bikin.

Li ser vê bingehê HPG’ê ragihand ku ji bo biranîna şehîdan li Zapê gelek caran li dagirkeran hate xistin.

Di encama çalakiyan de HPG got:

Di navbera 24 û 26’ê Îlonê de 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di dawiya daxuyaniya xwe de HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran de jî agahî dan û ragihand ku:

Qadên berxwedanê gelek caran bi helîkopterên êrîşê û topan hatin bombekirin.”

https://anfkurdi.com/kurdistan/hpg-e-bi-calakiyan-tolhildan-goyi-u-ruken-zelal-bi-bir-ani-174016

Back to top button