Rûsya: Êrişa Ukrayna ya li ser Kursk û Kirimê hate pûçkirin

Moskow hewil dide pêşî li êrişên Kîevê yên li ser herêmên din bin kontrola wî de tên kirin rawestîn e.
Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku êrişên li ser Kursk û Kirimê hatine pûçkirin.
Wezaretê dîmenê fermandarê wan yê ku Ukrayna îdia dikir ku kuştine parve kir.

Ukrayna bi 4 balafirên bêmirov êrişî herêma Kurskê ya li nêzî sînorê xwe kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan êriş têk biriye.

Wezaretê diyar kir ku di saetên nîva şevê de jî artêşa Ukrayna bi 2 balafirên din yên bêmirov êriş pêk anîne.

Lê ew jî hatine bêbandorkirin.

Rayedarên Kurskê ragihandin ku balafireke bêmirov xisareke biçûk li banê avahiyeke rêveberiyê kiriye.

Moskow ragihand ku di hefteyên dawî de gelek caran êrîşên balafirên bê mirov pêk hatine.

Şevê din, rayedarên Rûsî ragihandin ku êrişî nîvgirava Kirimê hatiye kirin.

Di êrişa bi moşekan pêk hatî de, sîstema parastinê moşek bêbandor kirine.

Kîev ya ji destpêka operasyona leşkerî ya Rûsyayê ve gelek caran êrişî Kirimê dike, di van demên dawî de êrîşên xwe yên li ser navendên leşkerî zêde kir.

Ew soz dikin ku nîvgirava ku Moskow 2014’an bi dest xistibû vegerîne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li herêma Belgorodê ya li ser sînorê Ukraynayê 7 balafirên bêmirov ên Ukraynayê hatine xistin.

Rûsya bi rêya dimen kuştina fermandar Sokolov derewand

Ukraynayê di daxuyaniyeke doh weşand de îdia kir ku fermndarê fîloya Kirimê Victor Sokolov hatiye kuştin.

Lê hîna rojek derbas nebûyî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ev yek bi rêya weşandina dimenê fermandar Sokolov derewand.

Wezaretê dîmenê civîneke wezîrên parastinê parvekir ku ew jî di nav de ye.

Vîdyo di televizyona dewletê ya Rûsyayê de hat nîşandan.

Putin heta serê Cotmehê dem daye şoygu!

Hemwextî şerê domdar yê li Ukraynayê, Serokê Rûsya Vladimir Putin êdî bêzar dibe.

Serokê Rûsyayê ferman da wezîrê xwe yê parastinê ku hêzên Kîevê rawestîne.

Ev îdia ji aliyê saziya Enstîtuya Lêkolîna Şer (ISW) a Amerîkayê ve hate kirin.

Enstîtu jî agahiyên xwe dispêre, çavkaniyeke Kremlînê.

Ukrayna: Rûsya êrişî bendera Odessa ye

Back to top button