Rûsya wê çekên nukleerî li sînorê NATO bicih bike

Balyozê Rûsyayê ragihand ku ew ê çekên nukleerî yên taktîkî li rojavayê Belarûsê bi cih bikin.
Herêma qal tê kirin, sînorê Polonya ye û ew jî endamê NATO ye.

Bi zêdebûna jimara endamên NATO yê re, Rûsya ketiye tevgerê.

Rûsya ya ji hebûna xwe ditirse, kaxeza xwe ya herî bihêz kar tîne.

Balyozê Moskowê yê li Mînskê Boris Gryzlov doh ragihand ku ew ê çekên nukleerî yên taktîkî yên Rûsyayê li rojavayê Belarusê bicih bikin.

Ev herêma qala wê tê kirin jî ber sînorê Polonyayê ye.

Boris Gryzlov got:

“Heta 1’ê Tîrmehê depoyên ku em çekên nukleerî lê biparêzin wê amade bibin.

Tevî dengên ji Ewropa û DYA’yê wê ev yek pêk were.”

Gryzlov têkildarî xalên ku wê ev çek lê wirin bicihkirin jî ti agahî parve nekir.

Li dijî Rûsya welatên Ewropa û DYA bihêrsin

Serokê Rûsyayê Vladimi Putin di hefteyên dawî de gotibû, ew xwe amade dikin ku çekên nukleerî yên taktîkî li Belarusê bi cih bikin.

Ev pêngava Rûsyayê rastî berteka Ewropa û DYA’yê hatibû.

Putin bi gotina, “Amerîka bi salan li Ewropayê vî karî dike.” bersiv dabû.

Balyozê Rûsyayê got: “Di demekî ku em qala bicihkirina çekên nukleerî yên Amerîka li Ewropa dikin de, pêwiste em tedbîrên ji bo zêdekirina ewlehiya Belarûs û Rûsyayê jî bigirin.”

“Moskow bi tevahî pergala ewlekariya navnetewî xistiye metirsiyê”

Ukrayna plana Rûsyayê şermezar kir û hefteya borî bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bi rewşa awerte bicive.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê de, ev pêngava Rûsyayê weke “gaveke din a provokatîf” hat binavkirin.

Kîevê bal kişand ser wê yekê ku Moskow bi temamî pergala ewlekariya navneteweyî xistiye metirsiyê.

Belarûs: Ev yek encama tevgera welatên Rojavayî ye

Wezareta Karên Derve ya Belarûsê di hefteya borî hewildana Rûsya weke encama tevgerên Rojavayî destnîşan kiribû.

Ev pêngava ku ji destpêka şerê Ukraynayê ve nîşana herî eşkere ya derbarê çekên nukleerî yên Rûsyayê ye, tê çaverêkirin ku têkiliyên bi Rojava re hîn zêdetir xera bike.

Back to top button