Hêzên Rizgariya Efrînê di sala 2019’an de li Efrîn û navçeyên wê, li herêma Şehba, Til Rifat, Bab, Ezaz, Marê û gundewarên wê bi giştî 252 çalakî pêk anîn.
Di encama van çalakiyan de 621 çete û leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.
HRE’ê diyar kir ku di berxwedaniya salekê de 9 şervan wan jî şehîd bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî encama bîlançoya çalakiyên sala 2019’an ku li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê hatibûn lidarxistin eşkere kir.
Hêzên Rizgariyê diyar kir ku di sala 2019’an de ji bo rizgarkirina Efrînê û xaka ku ji aliyê dewleta tirk a hatiye dagirkirin, berwedana xwe bê navber dewam kirine.
Hêzên rizgariyê ragihand ku hêzên wan li dijî artêşa tirk a dagirker bi giştî 252 çalakî pêk anîne û encama wan jî bi raya giştî re parvekir.
Li gorî vê;
Li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê 252 çalakî pêk hatin.
621 çete, leşker û endamên MIT a dewleta tirk hatin kuştin.
Ji van 486 ji komên çete, 135 kes endamên artêşa dagirker û sîxurên MITê ne.
455 çete, leşker û endamên MIT’ê birîndar bûn.
Ji van 338 kes ji komên çete, 117 kes jî endamên artêşa dagirker û herwiha sîxurên MITê ne.
Bi qasî ku hat zelalkirin, zêdetirî 20 ji van serçete û serbazên artêşa Tirk a dagirkeran in.
Hêzên Rizgariyê ragihand ku di van çalakiyan de gelek çek û cebilxaneya çeteyan jî ketine destê hêzên wan.
35 ÇEKÊN AK-47 Û 175 ŞARJORÊN WÊ
ÇEKEK SEKVANÎ
ÇEKEK M 240
ÇEKEK RPK
8 ÇEKÊN BKC
3 ROKÊTAVÊJÎN RPG 7
AMÛRÊN PEYWENDÎ Û DOKUMENTERÊN ÇETEYAN
Her wiha 55 wesaîtên leşkerî ku tank, motor û çekên giran jî li ser wan barkirî bû hatin teqandin.
Hêzên Rizgariyê li ser êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê jî ev agahî dan:
Artêşa dagirker di sala 2019an de herî kêm 120 êrîşên hewayî, 15 êrîşên bejahî li ser herêmên sîvîl yên Şehba û Til Rifatê ku koçberên Efrînê lê dimînin, pêk anî.
Hêzên rizgariyê dan zanîn ku di encama êrîş, bombebarana balafiran şer û berxwedaniya hêzên wan ya li dijî dagirkeriyê de 9 şervanên wan şehîd bûne.