TEV-DEM: Civîna xwe ya salane li Qamişlo li dar xist

TEV-DEM’ê li bajarê Qamişlo civîna xwe ya salane lidarxist. Civîn bi slogana “Bi rihê şoreşê, civaka demokratîk ava dikin” pêk hat û 27 sazî beşdar bûn.

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê bi tevlîbûna nûnerên 27 sazî û rêxistinên di bin sîwana xwe de, civîna xwe ya salane li dar xist.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û hevserokên TEV-DEM’ê Xerîb Hiso û Zelal Cîger jî di civînê de amade bûn.

Bedran Çiya Kurd di destpêka civînê de bûyerên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin nirxand.

Piştre hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso, rapora salane ya TEV-DEM’ê ya der barê xebatên salane de xwend.

Paşê raporên sazî û rêxistinên girêdayî TEV-DEM’ê hatin xwendin.

Civîn ji çapameniyê re girtî dewam kir.

Leave a Reply

Back to top button