Buroya PYD’ê ya Şêxmeqsûdê tecrîda şidandî a li ser rêber Ocalan şermezar kir

Dewleta Tirk hevdîtinên Ocalan a bi parêzer û malbata wî re asteng dike û tecrîdê de israr dike. Li dijî vê yekê li bajarê Helebê endamên PYD û li Şehbayê jin daxuyaniyên girseyî dan û tecrîd şermezar kirin.
Buroya PYD’yê ya taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê bi daxuyaniyeke girseyî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir.

Ji rêveberên PYD’yê Esmehan Xelîl daxuyanî xwend û diyar kir ku Rêber Ocalan ji ber bi fikrên xwe pêşengiya yekîtiya gelan û jiyana azad dike hedef tê girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî hêz, partiyên û saziyên demokratîk û hiqûqî yên li cîhanê hat kirin ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nav tevgerê.

ÊŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ
JINÊN LI ŞEHBAYÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ DAXUYANÎ DAN

Bi heman armancê Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê jî daxuyaniyek girseyî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komploya li dijî Rêber Ocalan bi piştgiriya dewletên cîhanê pêk hat û îro jî bi tecrîda Imraliyê dixwazin hêz û bandora Ocalan asteng bikin.

Jinan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîş û înkarê bersîv da daxwazên çareseriyê yên Ocalan û weha hat gotin; “Beyî azadiya Rêber Ocalan, azadiya gelê herêmê nikare pêk were.”

Leave a Reply

Back to top button