Li Awustralyayê, ji ber şewata daristanan 100 hezar kes koç kir. Ji ber şewatê rewşa awarte hate îlankirin û xeterî zêde dibe.
Li Awustralyayê ji ber germahiya hewayê 40 pile derbas kir, şewata daristanan zêde dibe.
Ji ber şewatê bi deh hezaran kesan koç kirin û li bajarên tûrîs-tîk aniha kes lê nemaye.
Li rojhilatê başûrê welat rewşa awarte hate ragihandin û nêzî 100 hezar kes koç kir.
Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrîson ji bo di xebatên li dijî şewata daristanan de alîkar bin, bang li 3 hezar leşkeran kir.
Ev jî seferberiyeke mezin e.
Heta niha di şewatê de 23 kes jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes winda bûn û herî kêm hezar û 300 mal jî bi temamî şewitîn.
Ji ber şewata daristanan nêzî 500 milyon heywan jî mirin.